Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Tevî Agirbestê 11 Leşkerên Me Hatin Kuştin


Artêşa Ukrayna dibêje, di nav roja borî de 11 leşkerên wê hatin kuştin û 40 leşkerên din jî birînda bûn, tevî ku alîyên şer roja Pêncşemê li ser agirbestekê li hev kiribûn.

Karbidestên leşkerî yên Ukraynî dibêjin, pevçûn taybetî li dora Debaltseve geş bûye ku ew dever di demên dawî de bûye qadeke serekî ya şer.

Agirbesta pêşnîyarkirî ji alîyê nûnerên Ukrayna, cudaxwazên ser bi Rûsya, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropa (OSCE) li Minsk a paytaxta Belarûs hatibû îmza kirin.

Rêberên Ukrayna, Rûsya, Almanya û Fransa, piştî ragihandina plana agirbestê, daxuyanî dan û piştevanîyên xwe ragihandin.

XS
SM
MD
LG