Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Karbidestên Bilind yên Amerîkî Dixwaze ku Kuştina 3 Xwendekaran Şermezar Bikin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz ji karbidestên Amerîkî kir ku kuştina 3 xwendekarên Mislilman şermezar bikin ku berî du rojan li bajarê Raleigh ya eyaleta North Carolinahatibûn kuştin.

Erdogan îro Înê li bajarê Mexico City, ligel hevtayê xwe yê Meksîkî derket pêş rojnamevanan û bersîvsa pirsên wan da.

Wî Serokê Amerîka Barack Obama, Cîgirê Serok Joe Biden û Wezîrê Derve John Kerry rexne kir ku li hember êrîşê “bêdeng” in.

Birêz Erdogan herwiha got, sîyasetvan ji hemî bûyerên ku li welatê wan diqewimin berpirs in û divê hember wan helwesta xwe zelal bikin.

Hîjayî bîrxistinê ye, zilamekî bi navê Craig Stephen Hicks Shaddy Barakat, hevjîna wî Yusor Abu-Salha û xuşka wî Razan Abu-Salha li bajarê Raleigh, li ser cîhê parka oromobîlan kuştibûn.

XS
SM
MD
LG