Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserî Yemenê Xwepêşandin li Dijî Houthiyan Derdikevin


Bi deh hezaran xelkên Yemenê îro Şemiyê li çend bajaran xwepêşandin li dijî desthilatdariya şervanên Şîa pêk anîn. Di encama teqelêdana çekdaran de li hember xwepêşandinekê li bajarê Îb yê naverasta Yemenê jî, çar kes birîndar ketin.

Hefteyekê piştî parlemana Yemenê hilweşandin, rêxistina Houthî ya ku Îran piştgiriya wê dike rastî pêleke xwepêşandin li seranserî Yemenê hatiye.

Aloziya ewlekarî li Yemenê bûye sedem ku hinek balyozxaneyên Rojavayî û Ereb karmendên xwe ji Senaya paytext bikişînin. Krîza Yemenê gefeyê li Erebistana Saudî dike, mezintirîn welatê cîhanê di derfirotina neftê de.

Yemen herwiha qada şer bû di navbera hêzên hikûmetê bi alîkariya Amerîka, li dijî şaxê Nîvgirava Ereb ya el Qayîde. Çekdarên Houthî jî şerê el Qayîde û êlên Sunnî yên ligel wan, dikin.

XS
SM
MD
LG