Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Demjimêran Berî Agirbestê, Şer li Rojhilatê Ukraynayê Berdewam Dike


Şer îro Şemiyê careke din di navbera hêzên Ukraynayê û cudaxwazên ser bi Rûsya ve de germ bû, tenê çend demjimêran berî ku agirbestek di navbera herdu aliyan de karîger bibe.

Biryar e agirbest Şemiyê nîvê şevê destpê bike. Ev yek jî pêk hat, çend rojan piştî ku rêberên Ukrayna, Rûsya, Fransa û Almanya li paytexta Belarûsya, Minsk li ser agirbestê lihev kirin.

Tê çaverêkirin ku Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî sibe Yekşemê jibo civîneke awarte lihev rûnê da ku piştgiriya agirbestê bike. Diplomatên NY dibêjin, Civata Ewlekariyê dê li ser bernivîsekê ku Rûsya amade kiriye deng bide. Bernivîs bang li hemû aliyên nakokiya Ukraynayê dike ku xalên peymanê cîbicî bikin.

Do Îniyê, şerê rojhilatê Ukraynayê li derdora bajarê Debaltseve yê stratejîk gûr bûbû. Di encama şerê de bi kêmî 26 kes hatin kuştin, di nav de leşkerên Ukraynî û sivîl jî hebûn.

Amerîka roja Îniyê, Rûsya bi şandina tibabên mezin ji alîkariya leşkerî bo şervanên ser bi Mosko ve tawanbar kir.

Rûsya hergav red dike ku wê leşker an jî çend şandiye rojhilatê Ukraynayê da ku alîkariya cudaxwazan bikin.

XS
SM
MD
LG