Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûnîr Şêxê: Huner Dikare Sînorên Her Çar Parçeyên Kurdistanê Biroxîne


Festîvala Hunera Kurdî li bajarê Amedê di 7 Sibatê de destpê kir û ta 7 Adarê berdewam dibe ku 230 hunermendên Kurd û yên biyanî jî lê beşdar bûn.

Festîvala hunerî bi wê mebestê hatiye damezrandin jibo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û berxwedana wê. Di festîvalê de bi çalakiyên hunerî karê xwe birêve dibe ji pêşangeheke hunera şêwekarî ta bi karên pêkertaşiyê û semînarên zanistiya hunera sêwekar û rexnekirina wê.

Hunermend Mûnîr Şêxê ku yek ji berpirsên vê festîvalê ye ji Dengê Amerîka re li ser rewşa festîvalê diaxive û hûrbîniyên têne berçav û omîd û hêviyên xwe ji bo paşerojê diyar dike.

Ew dibêje ku ev cara yekem e jimareke mezin ji hunermendên Kurd bi vî awayî li ba hev dicivin û bi hev re kar dikin.

Birêz Şêxê herwiha girîngiya rola hunerê di jiyana gelan de û bi taybetî ya gelê Kurd anî zimên û got, huner dikare sînorên di nav Kurdistanê de biroxîne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00

XS
SM
MD
LG