Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkanê Serjêkirina Quptiyan Şermezar Dike


Papa Francis.

Papayê Vatîkanê kuştina Quptiyên Misirî li ser destên terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) li Lîbyayê şermezar kir û got, “ji ber ew Krîstiyan bûn ew hatin kuştin.”

Papa Francis di dema civînekê de îro Duşemê ligel şandeke Skotlandî got, “xwîna birayên me yên Krîstiyan belge ye. Bila Katolîk bin, Ortodoks bin, Quptî bin, ti cudahî nîne. Ew Krîstiyan in.”

Kuştina Misiriyên Quptî bi vîdyoyekê roja Yekşemê hate zanîn, piştî ku ew ji aliyê Daîş ve li rojhilatê Lîbyayê hatibûn revandin.

Serjêkirina van Krîstiyanan xemeke mezin li Îtalyayê derxistiye holê, ji ber nêzîkbûna Lîbya ji Îtalya û herwiha jiber ku di vîdyoyê de, mîlîtanên Daîş dibêjin, emê “Roma navenda Krîstiyanên Katolîk dagîr bikin”.

XS
SM
MD
LG