Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behreyn Firokên Xwe Yên Şer Dişîne Urdunê


Qiralê Behreynê Şêx Hemen bin Îsa Al Xelîfa.

Dewleta Behreyn dibêje, wê firokên xwe yên şer şandiye Urdunê, rojekê piştî ragihandibû ku ewê leşkerên xwe bişîne wî welatî.

Di daxuyaniyeke kurt de îro Duşemê, Behreyn got ku firokên wê dê “beşdarî hewildanên navneteweyî bibin jibo hilanîna terorê.”

Daxuyaniyê ti agahiyên bêtir di vê derbarê de neda û karbidestên leşkerî jî bidest neketin ku li ser vê babetê şirove bikin.

Qiralê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfa hefteya bûrî serdana Urdunê kir û hikûmeta wî jî do Yekşemê ragihand ku ew jimareke ne eşkere ji leşkerên xwe dişîne jibo piştigirya Urdunê bikin.

Hêjayî gotinê ye, Bingeheke Hêzên Deryayî yên Amerîkî li Behreyn dimîne, û wekî Urdun, ew beşek e ji koalisyona navneteweyî di şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) de.

XS
SM
MD
LG