Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Serokan e li Amerîka


Çalakiyên Roja Serokan li Amerîka.

Îro Roja Serokan e li Amerîka. Bi milyonan karker û xwendekarên dibistanê îro li mal dimînin jibo vê bîhnvedana salane.

Gelek kom û rêxistinên niştimanî û dîrokî jî vê rojê bikar tînin jibo pêkanîna helkeftên dîrokî.

Roja Serokan cara yekê di sala 1879 de bû bîhnvedaneke federal jibo pîrozkirina rojbûna yekem Serokê Amerîka George Washington li 22ê Sibatê.

Dora nêzîkî sedsalekê piştî wê yekê, anku sala 1968, Kongresa Amerîka yasayek pesend kir tê de jimareke bîhnvedanên federal ji rojên wan yên sereke kir roja Duşemê da ku derfetê bide welatiyan ligel dawiya hefteyê sê rojan li ser hev kar nekin.

Di destpêkê de, Roja Serokan li paytexta Amerîka tenê dihate pîrozkirin, lê di sala 1885 de ew bû rojek jibo hemû Amerîka.

XS
SM
MD
LG