Serokê Ukrayna dibêje, piranîya hêzên wan ji bajarokê Debaltseve ya kêşebar paşve kişîne ku demek e dirêj e di bin dorpeçkirina serhildayên alîgirên Rûsya ne.
Daxuyanîya vîdyoyî ya Serokê Ukrayna Petro Poroshenko dibêje, hêzên Ukraynî bi awayekî plankirî û rekêpêk ji Debaltseve kişîn.
Birêz Poroshenko got, 80 ji sedê hêzên Ukraynî ji bajêr derketin û wê hinekên din jî di demeke nêzîk de bajêr biterkînin.
Li ber e Poroshenko îro Çarşemê here enîya şer lu ligel leşkerên Ukraynî bicive û rewşa heyî li erdê bibîne.