Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Tûnisê Mohamed Ali Aroui dibêje, 4 polîsên wan, di êrîşeke çekdarî de, îro Çarşemê hatin kuştin.
Aroui got, gumana wan heye ku êrîş ji alîyê mîlîtanên bi El Qaydê peywendîdar hatiye kirin û vekolîna wan didome ku rastîya wê êrîşê bizanin.
Karbidest dibêjin, ew êrîş kiryara yekê ya vê salê ye ku hember hêzên hikûmetê tê kirin.
Polîs û leşkerîya Tûnisê, ew demek e, li hinek cîhadîyan digerin ku ji êrîşên dijî hêzên ewlekarîyê berpirs in.