Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Dijî Tundrêbûnê Bi Axaftina Serok Obama Dawî Dibe


Serokê Amerîka Barack Obama wê îro Înê axaftinekê bike û konferansa ser tundrêbûnê bi dawî bîne ku bi beşdarbûna nûnerên ji 60 welatan li Washingtonê pêk tê.

Serok Obama di civîneke bi hazirbûna nûnerên olî û civakî de got, komên terorîst ticar nûnertîya Îslamê nakin.

Obama bang li nûnerên olî û civakî kir ku di şerê dijî tunrêyan de alîkarîya wan bikin.

Hêjayî gotinê ye, rêvebirîya Obama bi baldarî hewil dide ku rojeva vê konferansê tenê neke tundrêyên Îslamî, lê balê dikşîne ser hemî rengên tundrêbûnê.

XS
SM
MD
LG