Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Amerîka Şerê Ola Îslamê Nake


Serok Barack Obama do êvarê li Qesra Spî got ku Amerîka bi ola Îslamê ne di şerekî de ye.

Serok di axaftina xwe de ku bi hazirbûna nûnerên olî û civakî kiribû, dîyar kir ku ew dixwaze dawî li wê nêrînê bîne ku problema Amerîkî û welatên Rojava bi Îslamê heye.

“Heta niha Amerîka girîng da ku şerekî leşkerî li dijî mîlîtanên Îslamî bike. Niha dem hatiye ku em girîngî bidin alîyê îdeolojîk ya vê arîşeyê ku bizanin çima mirovên genc dikevin lepên rêxistinên tundrê.”

Obama got, gelê Amerîkî bi kiryarên hovane yên DAÎŞ pir nerazî ne û cîhê xemê ye ku hin mîlîtanên wê komê ji nav civaka Amerîkîyên Misilman, li cîhên wek Minneapolis tev li DAIŞê bûne.

Serok got mafê her kesî ye jîyaneke aştîyane û ewle bijî û Amerîkîyêm Misilman jî xwedîyê vê mafê ne.

“Meleyên Misilman kiryarên wan kesên ku dixwazin Îslamê kar bînin şermezar kirin û berdewamî şermezar dikin û qebûl nakin ku rêxistinên tundrê Îslamê jibo terorîzmê bixebîtînin.”

XS
SM
MD
LG