Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona NY Hizra Weşandina Navên Tawankarên Ceng li Sûrîyê Dike


Avahîyek ku bi êrîşên hikûmeta Sûrî wêran bûye

Vekolêrên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, ew hizra weşandina lîsteke nepênî dikin ku navê bergumanên tawanên cengî û dijî mirovahîyê lê hene.

Vekolêr dibêjin, armanca wan bi vê yekê ev e ku adalet jibo bi hezaran qurbanîyan pêk were.

Komîsyona Serbixwe ew kesên ku navê wan dibore, bi binpêkirina mafên mirovan di şerê navxweyî de gunehbdar dike ku di Adara 2011ê destpê kiribû.

Raporta Komîsyona Serbixwe dide zanîn ku sîvîlên Sûrî berdewam di bin zêdegavî de ne, lê kesên ku wan sûcana kirine di bin parastinê de ne.

Paulo Sergio Pinheiro, serokê vê komîsyonê ji rojnamevanan re got, ew çaverê ye ku di kombûna Civata Mafên Mirovan de, li Cenevre biryarek li ser weşandina lîstê derkeve.

XS
SM
MD
LG