Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya û Fransa Hişyarî Didin ku Peymana Minsk Nêye Şikandin


Serokê Fransa Francois Hollande û Serokwezîra Almanya îro Înê li Parîsê bûn
Serokê Fransa Francois Hollande û Serokwezîra Almanya îro Înê li Parîsê bûn

Fransa û Almanya careke din bang li alîyan dikin ku rêzê li agirbesta rojhilata Ukrayna bigirin û çekên giran ji wê derê bikşînin.

Serokê Fransa Francois Hollande û Serokwezîra Almanya îro Înê li Parîsê derketin pêş rojnamevanan.

Xanim Merkel hişyarî da ku toleyên aborî dikanin bêne rpjevê, eger Peymana Minsk bi temamî neyê cîhanîn.

Hollande jî got, ew û Merkel ji berê pirtir qane bûne ku divê hemî alî ew peyman bi xurtî cîh bînin. Kîjan welat ku rêzê li Peymana Minsk negire, wê ri bi rûyê cezayên aborî bimîne.

Hêjayî gotinê ye, Almanya û Fransa di 12 Şubatê de ligel Ukrayna û Rûsya peymanek îmza kiribûn ku agirbestek dike armanc bike û dixwaze aştî û aramî were rojhilata Ukrayna.

XS
SM
MD
LG