Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram Êrîşên Xwe yên Kujêr li Nîjerya Didomîne


Mîlîtanekî Boko Haram
Mîlîtanekî Boko Haram

Mîlîtanên Boko Haram di êrîşeke de herî kêm 21 kes îro Înîyê li gundê Chibok ya bakurê Nîjerya kuştin.

Boko Haram di meha Nîsana sala borî de pirtir jî 200 qîzên xwendekar li heman gund revandibûn.

Artêşa Nîjerya do Pêncşemê ragihand ku wê êrîşên esmanî li dijî bingehên Boko Haram yên li bakurê welêt pêk anîn û bi dehan mîlîtan kuştin.

Daxuyanîya artêşê îdia kiribû ku gelek mîlîtanên din jî jiber êrîşan neçar man ku ji bingehên xwe birevin, lê ew îdia ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatin piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG