Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Yê Yemenê Ji Paytextê Derdikeve


Serokê berê yê Yemenê.
Serokê berê yê Yemenê.

Alîkarên Serokê berê yê Yemenê Ebdi Rebo Mensûr Hadî dibêjin, piştî çend hefteyan ji zindana li nav malê ji aliyê serhildêrên Houthî yên Şîa ve, birêz Hadî ji Senaya paytext derketiye.

Alîkaran îro Şemiyê ji medyaya Rojavayî re gotin ku birêz Hadî berê xwe dide bajarokê Eden yê başûrê Yemenê.

Serokê berê ligel wezîrên wî ketibûn jêr zindana li nav malê, piştî ku serhildêrên Houthî meha bûrî hikûmeta Yemenê roxandin.

Hefteya bûrî, Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bernivîsek derxist tê de daxwazê ji Houthiyan dike ku hikûmeta Senayê û birêz Hadî vegerînin.

Ji dema ku Houthiyan di Êlûnê de destê xwe danîn ser paytexta Yemenê, welat ketiye nav krîzeke siyasî ya berfireh.

XS
SM
MD
LG