Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Swêdî li Qamişlo Hate Azadkirin


Joakim Medin (naverast) ligel nûçegihanê Dengê Amerîka Zana Omer (çep) û nûnerê Yekîtiya Ragihandina Azad (rast).
Joakim Medin (naverast) ligel nûçegihanê Dengê Amerîka Zana Omer (çep) û nûnerê Yekîtiya Ragihandina Azad (rast).

Rojnameya Expressen ya Swêdî dibêje, rojnamevanê Swêdî Joakim Medin piştî hefteyekê ji zindankirinê li Sûriyê hatiye azadkirin.

Medîn yê 30 salî di hevpeyvînekê de ligel rojnameyê îro Yekşemê got ku ew û wergêrê xwe ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve li Rojavayê Kurdistanê hatibûn girtin.

Rojnameyê got ku Medînê wekî rojnamevanekî serbixwe jibo medyaya Swêdî kar dike, derengî Şemiyê hate azadkirin piştî ku yek hefte di zindaneke cudakirî de qedand.

Berdevka Wezareta Derve ya Swêdî Ulla Jacobson azadkirina Medîn piştrast kir, lê ti agahiyên din li ser bûyerê neda.

Nûçegihanê Dengê Amerîka Zana Omer xwe gihand Joakim û hevpeyvînek taybet ligel pêk anî. Di vê hevpeyvînê de, rojnamevanê Swêdî dibêje, ew bi alîkariya hêzên Asayîşên Kurd û YPG hate azadkirin.

Joakim Medin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG