Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka li Kuweytê Beşdarî Civînekê Derbarê Şerê Daîş Dibe


Ashton Carter.
Ashton Carter.

Wezîrê Berevaniya Amerîka yê nû Ashton Carter îro Duşemê danûstandinan li Kuweytê ligel mezin komandarên Amerîkî û diplomatan pêk tîne, li ser hewildanên Amerîka di şerê rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) de.

Carter berê xwe da Kuwaytê da ku serkêşiya civîna li bingeha leşkerî ya Amerîkî ya bi navê Kampa Arifjan bike. Ji bilî efserên leşkerî yên Amerîkî, balyozên Amerîka li Urdun û welatên din yên Rojhilata Navîn dê beşdarî vê civînê bibin.

Karbidest dibêjin, nayê çaverêkirin ku stratejiyeke nû ji vê civînê derkeve, jibo şerê Daîş, lê ew civîn rê bide Carter ku çarçoveya hewilandên têkbirina vê rêxistinê baştir bizane.

Do Yekşemê, birêz Carter serdana başûrê Afganistanê kir, jibo ku planên vekêşana hêzên Amerîkî ji wir di nav du salan de bişopîne. Li Afganistanê, wezîrê berevaniya Amerîka ligel leşkerên Amerîkî li bingeha leşkerî ya Qendehar rûnişt û herwiha agahiyên dawî li ser rewşa dawî ya rahênana hêzên Afganî wergirt.

XS
SM
MD
LG