Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Pasaportên Şeş Welatiyan ji Wan Distîne Da Neçin Sûriyê


Firokeyeke li Firokxaneya Parîsê (wêne ji arşîvê ye).
Firokeyeke li Firokxaneya Parîsê (wêne ji arşîvê ye).

Desthilatdarên Fransayê dibêjin, wan rê li ber şeş welatiyan xwe girtiye ku dixwestin ji Fransayê herin Sûriyê.

Li jêr qanûna nû ya dijî terorê, mafê hikûmetê heye ku wan kesan rawestîne, ewên ku guman heye girêdana wan bi mîlîtanên Îslamî ve hebe.

Wezareta Hundir ya Fransayê dibêje, pasaporta wan kesan ji wan hatiye standin. Li jêr qanûna nû, pasaport û kartên niştimanî yên welatiyan dê şeş mehan li cem hikûmetê bimînin. Hikûmet maf heye ku van belgeyan bo demeke dirêjtir li cem xwe bihêle, eger hate xwestin.

Tê bawerkirin ku bi sedan welatiyên Fransî li Sûriyê ligel komên mîlîtan şer dikin, di nav de rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş).


XS
SM
MD
LG