Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Nivîskarê 81 Salî Jiber Rexneyên Dijî Karbidestên Komunîst Ceza Dike


Piştevanên Amnesty International li Hannover, Almanya di xwepêşandaneke dijî Çînê de
Nîsan April 22, 2012
Piştevanên Amnesty International li Hannover, Almanya di xwepêşandaneke dijî Çînê de Nîsan April 22, 2012

Dadgeheke Çînî, bi sedema rexnekirina rêvebirekî Partîya Komunîst, du sal û nîv cezaya cemidandî da nivîskarekî 81 salî.

Dadgehê herwiha $4,800 cezayê diravî li Huang Zerong birî, piştî ku ji tawana meşandina karên neqanunî sûcdar hate dîtin.

Nivîskar Zerong ku pirtir bi navê Tie Liu tê nasîn, edîtorê kovareke bi navê Small Scars from the Past bû.

Wî di meha Îlonê de hatibû girtin, piştî ku jimareke nivîsarên rexnegir li ser berpirsê propaganda yê Çînê Liu Yunshan nivîsîbûn.

Cezaya cemidandi ev e ku kesên hikumxwarî, heta ku careke din tawaneke bikin, nayên zindanî kirin.

XS
SM
MD
LG