Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî Eciz e ku Boehner Netanyahu Vexwand Kongresê


Qesra Spî ecizbûna xwe ji Serokê Civata Nûneran, John Boehner re nîşan dide ku bê agahdarkirina karbidestên rêvebirîya Obama, Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu vexwand Kongresê.

Serok Obama ragihandibû ku ewê ligel Netanyahu necive da ku bandorek li ser hilbijartinên parlemanî ya li Îsraîlê neke.

Jimareke qanûndanêrên Demokrat jî dîyar kir ku ewê beşdarî li axaftina Netanyahu nekin.

Cîgirê Serok Joe Biden, ku li gor qanûna bingehîn serok senato ye, dîyar kir ku ewê di dema serdana Netanyahu de, jibo serdanekê here dervayê Amerîka.

XS
SM
MD
LG