Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNESCO DAIŞ jiber Tunekirina Berhemên Dîrokî Şermezar Kir


Rêvebira Giştî ya ajansa çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Irina Bokova, Dewleta Îslamî şermezar dike ku gelek peyker û berhemên dîrokî yên muzeya Mûsilê hilweşandin.

Xanim Bokova ew kiryara DAIŞ wek ``tunekirina çanda mirovahî'' û tawana şer nav kir û daxwaza cezakirina kesên berpirs kir.

Bokova dibêje, wê nekarî tevahîya vîdyoya DAIŞ'ê temaşe bikira ku zilamên bi balyoz berhemên hunerî yên Mezopotamyayî li Mûsilê dişkînin.

Berpirsa UNESCO daxwaza avakirina hêzeke nû ya cîhanî kir ku qaçaxcitîya berhêmên dîrokî rawistîne.

Kokova herwiha da zanîn ku wê ji Civata Ewlekarî ya NY daxwaz kir ku civîneke awarte li ser parastina mîrasa çandî ya Îraqê were parastin.

XS
SM
MD
LG