Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko kuştina rêberê navdarê yê opozisyona Rûsya Boris Nemtsov şermezar kir. Nemtsov do Îniyê li Mosko hate kuştin, piştî bang li xelkê kir ku li dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin xwepêşandinan bikin, derbarê şerê li Ukraynayê.
Birêz Poroshenko îro Şemiyê Nemtsov wekî “pirek” di navbera Rûsya û Ukrayna de binav kir.
Çend demjimêran berî ku were kuştin, Nemtsov li ser radyoya Ekho Moskvy ya Rûsya derket û bang li rûniştvanên Moskoyê kir ku roja Yekşemê tevlî xwepêşandina opozisyonê ya li dijî birêz Putin bibin.
Serokê Fransayê Francois Hollande jî tûrebûna xwe li hember kuştina Nemtsov derbirîn kir. Wî ev kuştin wekî “tawaneke kîndar” binav kir û got Nemtsov “berevanekî demokrasiyê” bû.
Nemtsov ku wekî nexnegirekî navdar yê serok Rûsya bû, û cîgirekî berê yê serokwezîr, derengî Îniyê li navenda Moskoya paytext hatin kuştin. Wezîrê hundir yê Rûsya got, Nemtsov rastî çar gulleyan ji trimbêlekê hate li dema ku ew li ser pirekî li ser çemê Moskoyê piyase dikir.
Berdevkekî Putin got ku ev kuştin wekî “provakasyon” binav kir û da xuyakirin ku Kremlin dê çavdêriya vekolînê bike.