Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ocalan Bang li PKK Dike ku Çekên Xwe Deyine


Rêberê PKKê Abdullah Ocalan
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan bang li şervanên xwe kir ku çekên xwe deyînin, wekî beşek ji prosesa aştiyê ligel hikûmeta Tirkiyê, bi mebesta dawîanîna 30 salên şer di navbera herdu aliyan de.

Endamê parlamena Tirkiyê yê Kurd Sirri Sureyya Onder got, Ocalan daxwazê ji PKK ku kongreyeke awarte vê buharê lidar bixe da ku “biryareke dîrokî” jibo rawestandina têkoşîna çekdar bistîne.

Ti bersiveke demûdest heta nuha ji aliyê komandarên PKK ve yên ku li çiyayê Qendîlê dimînin, nehatiye dayîn.

Ji sala 1999 de, Ocalan di zindaneke girava Îmraliyê de cezayê zindana hetahetayî diqedîne, lê bandora wî li ser şervanên PKK her dimîne.

Di sala 2012 de, Tirkiyê dest bi danûstandinan ligel Ocalan kir, bi wê mebesta dawîanîna şerê ku bi deh hezaran kes ji sala 1984 de kuştiye.

Ocalan agirbestek sala 2013 ragihand û ferman da PKK ku şervanên xwe vekişîne bingehên xwe li Kurdistana Îraqê, weke beşek ji wan gotûbêjên aştiyê. Agirbest hîn berdewam e, lê PKK çend mehan piştî wê yekê, vekêşana şervanên xwe rawestand û got ku Tirkiyê ti gavan hember vekêşana wan ne avêtiye.

XS
SM
MD
LG