Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Venezuelayê: Firokevanekî Amerîkî jiber Sîxoriyê Hatiye Girtin


Nicolas Maduro.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro do Şemiyê ji komeke xelk re got ku hikûmeta wî firokevanekî Amerîkî jiber sîxortiyê girtiye.

Birêz Maduro got, “li wîlayeta Tachira, me firokevanê firokeyeke Amerîkî girt ku bi regez Latînî ye. Hemû belge vê yekê piştrast dikin. Ew herwiha bersiva pirsan dide.”

Serokê Venezuelayî tê agahiyên bêtir neda, ne jî da xuya kirin ku ev firokevanekî bazirganî, leşkerî yan jî taybet e.

Birêz Maduro herwiha got ku du welatiyên din yên Amerîkî jî li cema wan girtî ne. Wî îdîa kir ku ev kes karê sîxorê ji Amerîka re dikin.

Balyozxaneya Amerîka li Caracas ti şirove demûdest li ser vê babetê nedaye.

XS
SM
MD
LG