Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî Beşekî Qanûna Hilbijartinê Ne Destûrî Dibîne


Dadgeheke Misirî îro Yekşemê qanûneke nû girêdayî hilbijartinê, wekî ne destûrî ragihand. Bi vê yekê, diyar dibe ku ewê hilbijartinên parlamenî yên biryar bûn vê mehê pêk bên, werin paşvexistin.

Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî di daxuyaniyekê de got ku wî ferman daye hikûmetê ku gavên qanûnî yên pêwîst di dema mehekê de bavêje, bi şêweyekî ku li gorî biryara Dadgeha Destûrî ya Bilind li Misirê be.

Tê diyarkirin ku dadgehek din jî dê biryarekê derxîne jibo paşvexistina hilbijartinan, lê divê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan berî vê yekê demeke din destnîşan bike.

Ji sala 2012 de, hilbijartinên parlamenî li Misirê nehatine lidarxistin. Wê çaxê jî, dadgeha destûrî ragihandibû ku civata jêrîn ya parlamenê ne bi awayekî destûrî hatibû hilbijartin.

Di pêşketineke din de, dadgeheke Misirî rêxistina Hamas ya Filestînî wekî rêxistineke terorîstî binav kir û got ku ew kesên sivîl û hêzên ewlekariyê li Nîvgirava Sîna ya Misirê dike armanc.

Biryara dadgehê roja Şemiyê, bêtir parçebûnê dixîne nav Misir û Hamas. Li jêr desthilatdariya hikûmeta Îxwan el Misilmîn û serokê berê Mihemed Mursî, peywendî di navbera herdu aliyan de xweş bû.

XS
SM
MD
LG