Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûriyê Qebûl Dike Tîmeke NY Biçe Helebê


Nûnerê taybet yê NY bo Sûriyê, Staffan de Mistura
Nûnerê taybet yê NY bo Sûriyê, Staffan de Mistura

Ajansa fermî ya nûçeyan li Sûriyê (SANA) dibêje, hikûmet û nûnerê taybet yê NY lihev kirine ku tîmeke derxistina rastiyan bişîne bajarê Helebê yê ku şer li ser heye.

SANA derengî Şemiyê got, ev biryar hate standin piştî gotûbêjan li Şama paytext di navbera Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd el Mualim û nûnerê NY Staffan de Mistura de. Ajansê negot ewê kengî tîm karê xwe li Helebê destpê bike.

De Mistura hewil dide ku agirbestekê li Helebê pêk bîne. Bajêr di navbera hêzên hikûmet û opozisyonê de hatiye parçekirin. Birêz de Mistura dibîne ku rêkeftineke xwecihî li Helebê dikare paşê bibe agirbesteke berfireh li ser asta hemû Sûriyê.

Hikûmeta Sûriyê qebûl kiriye ku êrîşên xwe yên asmanî û topan li Helebê bi dema şeş hefteyan rawestîne. Nûnerê NY hîn pêdivî bi wê yekê heye ku opozisyona çekdar jî piştgiriya vê planê bike.

XS
SM
MD
LG