Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Bang li Hêzên Aştîparêz Dike ku Herin Rohilatê Welêt


Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko.

Serokê Ukraynayê fermanek îzme kir da ku rê jibo daxwazeke fermî veke ku tê de hêzên aştîparêz yên navneteweyî li herêmên rojhilatê Ukraynayê werin bicih kirin. Li van herêman hêzên hikûmetê şerê cudaxwazên ser bi Rûsya ve dikin.

Ofîsa Serok Petro Poroshenko îro Duşemê got ku ev daxwaz dê jibo Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê were pêşkêşkirin. Ofîsa serokê Ukraynî ti agahiyên bêtir li ser pêkanîna vê hêza aştîparêz yan jî dema ku tê de li wir bin neda, lê Rûsya bi tundî li dijî vê ramanê ye.

Di van rojên dawî de, şer li rojhilatê Ukraynayê kêm bûye, li vê dema ku agirbest di navbera herdu aliyên şer de meha bûrî karîger bû.

Ofîsa Mafên Mirov ya NY îro Duşemê jimara kuştiyên jiber şer zêde kir û got ku bêtirî 6 hezar kes ji wexta ku nakokiyê Nîsana bûrî destpê kiriye, hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG