Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Oxira Yeşar Kemal Dikin


Yeşar Kemal.
Yeşar Kemal.

Rêber û nivîskar û bi hezaran xelk li Tirkiyê jibo behiya romannivîsê navdar Yeşar Kemal li hev kom bûn.

Kemalê ku hergav jiber helwestên xwe yên newekheviya civakî ew ligel hikûmetê diket nav nakokiyan de, Şemiya bûrî di temenê 91 salî de jiyana xwe ji dest da.

Xelkên ku îro Duşemê beşdarî cenazeya wî bûn digotin, “Yeşar Kemal rûmeta me bû.”

Yeşar Kemal herî zêde bi romana xwe ya sala 1955an ya bi navê Memedê Zirav dihate naskirin. Bingeha romanê li ser peywendiyên eşîrtî li Kurdistana Tirkiyê bû, cihê ku ew bixwe lê hatibû dinyayê.

Nivîskarê Kurd, bi pênûsa xwe berevaniya mafên Kurd û kêmneteweyên din li Tirkiyê dikir.

Di sala 1995an de Yeşar Kemal jiber gotarê di Kovara Der Spiegel ya Alman de hate darizandin. Di wê gotarê de wî artêşa Tirkiyê bi wêrankirina gundên Kurdan tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG