Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Operasyona Azadkirina Tikrîtê Destpê Dikin


Hêzên Îraqî û mîlîşyayên Şîa îro Duşemê êrîşî mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî li devereke girîng ya bakurê Bexdayê kirin, wekî destpêkekê jibo azadkirina bajarê Tikrît ji destên rêxistina tundrê.

Komandarên leşkerî gotin ku hêzên asmanî yê Îraqî jî êrîşên xwe yên asmanî destpê kirin, li dema ku hêzên li ser erdê li çend bereyan dest bi şer kirin.

Tikrît ji Hezîrana sala bûrî de li jêr kontrola terorîstên Daîşê de ye. Tikrît beşek e ji parêzgeha Selahedîn ya bakurê Îraqê ye.

Serokwezîrê Îraqê Heyder El Ebadî destpêkirina operasyonê roja Yekşemê ragihand, li dema ku berê xwe da bajarê Samara jibo çavdêriya hewildanên "rizgarîkirina Tikrît" û Selahedînê.

Ebadî bang li şervanên eşîrên Sunne kir ku dest ji rêxistina Daîş berdin.

XS
SM
MD
LG