Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Berev Tîkrît Pêş Diçin


Hevalbendiyeke Îraqî sê roje ku êrîşên xwe destpê kirye bo kontrol kirina bajarê Tikrît li bakura Bexdayê, ku li wir hemberî sêregir û bombên ser rêkê yên Daîş hatiye.

Nêzîkî 30,000 şervan di wê êrîşê de pişkkarin, ku mezintrîn êrîşe Îraq dike bo dubare kontrol kirina wê deverê ku sala borî mîtîtanên Daîş girit bu.

Li gor ajanseke peyamên Frensî, komela Daîş roja Sêşembî îdia kir ku welatiyekê Amerîkî li jêr navê Dawud al Amrîkî êrîşeke xwekuj kire ser hêzên Îraqî nêzîkî bajarê Samarra ku li wir hêzên dijî Daîş dest bi êrîşên xwe berev Tikrît kirbu. Îdiya komela Daîş hêşta nehatiya piştrast kirin.

Mîlîşyayên Şîa û şervanên Kurd jî beşdarî êrîşa hêzên Îraqî ne li ser Tikrît paytextê parêzgeha Selahedîn û cihê li daykbûna rêberê berê yê Îraqê Seddam Husseînî

Li gor nûçeyan, Îrana hevtixûb jî beşdarî êrîşa li ser Daîşê ye.

XS
SM
MD
LG