Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Dehan Karker li Rojhilata Ukrayna Hinda ne


Bi dehan madenkarên Ukraynî hinda bûne û tirs heye ku mirine, piştî ku li madeneke li rojhilata Ukrayna ya bin kontrola serhildayan, peqînek qewimî.

Karbidestên serhila ku devera madenê kontrol dikin, dibêjin ku peqîn ne bi bandora topan qewimîye.

Karbidest herwiha radigihînin ku hewleke rizgarkirinê li madena nêzîkî bajarê Donetsk berdewam e û hîn madenkarên birîndar termên 5 karker dîtine.

Karbidestên li Kîevê di destpêkê de ragihand ku 33 karker hatine kuştin, lê wan dû re got kui agahîyên piştrast di destê wan de tuneye.

Jêderên xwecihî dibêjin, di dema peqînê de 200 karker li bîra madenê hebûn.

XS
SM
MD
LG