Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanekî Britanî yê YPG di Şerekî de Hatiye Kuştin


Şervanên YPG rizgarkirina Til Hemîs pîroz dikin
Şervanên YPG rizgarkirina Til Hemîs pîroz dikin

Leşkerekî berê yê Britanî ku di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer dikir, roja Duşemê li nêzîkî Til Barak ya Rojava hate kuştin.

Ajansa AFP radigihîne ku navê wî şervanî Konstandinos Erik Scurfield ye û ew berê di artêşa Britanî de wek hêza taybet ya qralîyetê anku Royal Marin xizmet kiriye.

Jêderên YPG dîyar kirine ku Scurfield ê 25 salî jibo şerê dijî Dewleta Îslamî hatiye Rojava û tev li wan bûye.

Malbata şervanê kuştî jî bi rêya Wezareta Derve ya Britanî ragihandiye ku ew bi mirina kûrê wan di xemgînîyeke pir kûr de ne.

Jêderên YPG ji AFP re gotine ku Konstandinos bi navê Kemal dihate nasîn û ew di 7ê meha 12 Berfanbarê de tev li wan bûye.

"Em bi malbata heval Kemal re di nav peywendîyê de ne bizanin li ku dixwazin termî wî biax bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Scurfield şervanê duyê ye YPG ye ku ji welatekî Rojava hatiye û di di şerê dijî DAIŞ de jîyana xwe hinda kiriye.

Hefteya borî şervanê Australî Ashley Kent Johnston di şerekî de li nêzîkî Tal Hemîs hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG