Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêvê Izol-Aydin: Armanca DAIŞ û Rêjîma Esed Wêrankirina Sûriyê ye


Qîrana Sûriye ta nuha bê çare maye û her derê Sûriye ketiye bin gef û metirsîna lehiya tûndûtijiyê ku rêjîma Ased ji aliyekî ve gelê Sûrî dikûje û DAIŞ ji aliyekî din ve bê ku tu kes destekê bide xelkên wê ji hêz û rêxistinên navnetewî ve.

Sêvê Îzol-Aydin parêzera Kurd ji Parîsê ji Dengê Amêrîka re axivî û rewşa heyî li wir nerxand û rexnê xwe jî li hemû hêz û rêxistinên navnetewî kir, ku wisa bê çare bûne li ber hovîtiya rêjîma Ased û DAIŞ ê, gelê Sûriye bê kes û war hiştine.

Xanim Sêvê dibêje, ku şermezariyeke mezin e ji Netewîn Yekbûyê re û Rêxistina Mafên Mirovan re ku di vê serdema nûha de bi vî rengê honvan e, peymanên mafên mirovan tên binpê kirin ji aliyê girûpên terorism û tûndraw ve.

Herwisa jî wê got ku bi tenê Kurd û şervanên xwe berevaniyê li dijî DAIŞ dikin û kêm ol û kêmnetew li herêmên xwe diparêzin bê tu alîkarî ji kesekî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:07 0:00

XS
SM
MD
LG