Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tikrîtê Şerê Dijî Daiş Berdewam e


Hêzên Hikûmeta Îraqî û jimareke mezin ji mîlîtanên Șîa yên xwebexș bo roja çaran șerekî giran li dijî Daiș dikin ku armanc jê ewe bidestxistina bajarê stratecî Tikrît li ser çemê Diclê ye. Ew bajarê ku piranî Sunnî ne 80 km li bakurê Bexdayê dikeve û cihekî serkîye li ser riya Mûsil; duyem mezintirîn bajarê Îraqê yê di bin destê Daiș de.

Medya Erebî ragihand ku herdû alî jî berdewamin di cihgirtina șûnên xwe de. Hêzên hikûmetê riyên piștgiriyê ji ser bajêr dibirin û çekdarên Daiș jî agir berdidin çalên tije neft û dûmana reș bilind di rûyê êrîșên esmanî yê hikûmetê de.

Her wiha gelek çavkaniyên Îraqî ragihandin ku mîlîtanan agir berdan hindek bîrên neftê li derdora Tikrît, lê Dengê Amerîka bi awakî serbixwe nikaribû van raportan piștrast bike.

Komandarekî leșkerên Îraqî got wan jimarek gundên derdora Tikrît ji çekdarên Daiș rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG