Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Daîş Êrîşî Hinek Gundên Aşûriyan li Dora Til Temir Dikin


Çalakvan dibêjin, mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîş birine ser jimareke gundên Krîstiyanan li bakur rojhilatê Sûriyê, û di encamê de bi şervanên Kurd û hevalbendên wan yên xwecihî re ketin nav şerekî giran.

Tevneya Aşûrî ya Mafên Mirov û Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov gotin ku rêxistina Daîş êrîşa xwe Şemiyê zû bir ser gundên Krîstiyanan li nêzîk bajarokê Til Temir yê li ser çemê Xabûrê.

Meha bûrî, mîlîtanên Daîş bêtirî 220 Krîstiyanên Aşûrî ji hinek gundên heman deverê revandin.

Rêvebirê Tevneya Aşûrî ya Mafên Mirov Osama Edward dibêje ku şer nuha gelekî xurt û tund in.

Rêvebirê Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdulrehman jî dibêje ku tundrêyên Daîş di destpêkê de hinek pêşketin bidest xistin, berî ku şervanên Kurd û hêzên xwecihî wan careke din vegerînin.

XS
SM
MD
LG