Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Berguman di Doza Kuştina Nemtsov de li Rûsya Hatin Girtin


Boris Nemtsov, rexnegirekî navdar yê Serokê Rûsya bû.
Boris Nemtsov, rexnegirekî navdar yê Serokê Rûsya bû.

Serokê Ajansa Ewlekariya Federal li Rûsya Aleksander Bortnikov dibêje ku hikûmetê du berguman girtiye, li ser tawana kuştina rêberê opozisyonê Boris Nemtsov.

Bortnikov îro Şemiyê ji televizyona dewletê re got ku herdu kesên hatine bi navên Anzor Gubashev û Zaur Dadayev in û ji herêma Bakurê Qavqaziya ne. Lê karbidestê Rûs ti agahiyên bêtir neda.

Hîn diyar nebûye ka herdu berguman bi teqelêdana li ser Nemtsov hatine tawanbar kirin. Bortnikov got ku Serok Vladimir Putin ji girtina van kesan agahdar e.

Li 27ê Sibata bûrî, çekdaran bi kêmî çar gulle li Nemtsov dan, dema ku ew û hevaleke xwe ya jin li ser pirekî Çemê Moskoyê piyase dikirin. Di wê êrîşê de ti ziyan negihabû jina ligel Nemtsov.

XS
SM
MD
LG