Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Yekem Kes ji Tundûtûjiya Ser bi Mursî ve Bidarve Dike


Mehmûd Hesen Remedan li aliyê rastê ye.

Wezareta Hundir ya Misirê ragihand ku hikûmetê yekem kes bidarve kir li ser tawanên tundûtûjiya ku piştî roxandina Serokê Îslamî Mihemed Mursî sala 2013 derketibû holê.

Mehmûd Hesen Remedan îro Şemiyê sibehê hate bidarvekirin.

Ji dema hilanîna birêz Mursî ve, bi hezaran ji piştgirên Partiya Îxwan el Muslimîn ya ku nuha hatiye qedexekirin, hatine zindankirin. Bi sedan ji wan jî rastî sizayên bidarvekirinê hatine. Vê yekê jî nerazîbûneke navneteweyî bi xwe re aniye.

Neteweyên Yekbûyî got, ev dadgehkirinên ku bilez çê dibin, diyardeyeke nû ye di dîroka vê dawiyê de.

Serokê nuha yê Misirê Ebdulfetah el Sîsî ye. Ew bixwe jî berpirsê ajansa zanyariyan bû li jêr desthilatdariya Serokê berê Husnî Mubarek yê ku berî Mursî hatibû hilanîn.

XS
SM
MD
LG