Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Asmanî yên Sûrî Rojhilatê Şamê Dikin Armanc


Devera Erbîn hergav bûye armanc ji aliyê hêzên rejîma Sûrî ve.

Du grûpên çalakvanan li Sûriyê dibêjin, êrîşên asmanî yên hikûmetê li ser devereke opozisyonê li Şama paytext bûye sedema kuştina bi kêmî 10 kesan.

Komîteyên Hemahengiya Xwecihî û Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihandin ku êrîşên îro Yekşemê devera Erbîn li rojhilatê Şamê kirin armanc.

Rêxistina Komîteyên Xwecihî dibêje, di êrîşê de bi kêmî 10 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar ketin.

Çavdêrî jî dide zanîn ku jimara kuştiyan gihişte 11 û bêtirî 50 kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG