Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînatorên Komarî Îranê Hușdar Dikin Li Dor Rêkeftina Navokî Li Gel Serok Obama


Gurûpek a ji 47 sînatorên Komarî yên Amerîka roja dușemê Îran hușdar kirin ku çi rêkeftina ew li gel serok Barack Obama guftûgo bike dê tenê dirêjke ta dema bicîhîștina Rêzdar Obama ji serokatiyê re di destpêka 2017an de.

Di nameyekê de ji bo Tehranê, gurûpa komarî got çi rêkeftin bête guftûgo kirin li gel serokê Amerîka û pênc hêzên cîhanî yên din û nehête erêkirin ji aliyê Congress ve, ewê bête naskirin wek rêkeftineka cîbecîkar di navbera Rêzdar Obama û serkirdeyê bilind yê Îranê Ayetûlah Elî Xamîneiî de.

Hêjayî gotinê ye ku rêzdar Obama di dawiya hefteyê de got dê Amerîka xwe dûr xe ji axaftinên navokî li gel Îranê, eger ew biryarê bide ku rêkeftineke navnetwî nahête bidest xistin di derbarê nehîștina Îranê ji çêkirina bumbeya navokî de .

Tehran dibêje, pirograma wê ya navokî ji bo armancên sivîl e. Ew di derbarê çalakiyên navokî de guftûgoyan li gel Amerîka, Almanya, Birêtanya, Frensa, Çîn û Rûsya dike ku li beramber vê yekê dê cezayên abûrî yên ji aliyê Amerîka û Ewropa de hatî sepandin ji ser wê rabin.

XS
SM
MD
LG