Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Terorîst Êrîșekê Dibin Ser Hêzên Parastinê li Misir


Mêrekî ku otombêleke av-hilgir a hatî dizîn diajot, bi êrîșeke xwekuj, di dergehê kampa polîsê Misrî de li bajarê el-Erîș, xwe peqand û di encamê de du kes hatin kuștin û bêhtirî 40 kesên din jî birîndar bûn.

Peyvdarekî polîsê Misrî ji tilfîzyona xwecihî re got riyaksyona polîs a bi lez hîșt ku jimara qurbaniyan bêhtir nebe.

Çekdarên Îslamî gelek caran bi êrîșên xwekuj otombêlên parastina hikûmetê ji xwe re dikin armanc li Sûriyê , Îraqê, Lîbya,Yemen û Sînai li Misirê.

Gurûpeka çekdar a Îslamî bi navê Beyt el-Meqdês, çend rojan berê vîdyoyek belav kir li dor êrîșeke din li ser hêzên parastina Misrî ku têde mozîk û wêneyên pênasînê bikar anîn wek ku Daiș wan bi kar tînin.

Gelek șarezayên leșkerî yên Misrî dibînin ku Beyt el-Meqdis grêdaye bi gurûpa (Ixwanên Misilman) û tevgera Hemas ve. Ev herdû gurûpên ku desthelatdarên Misrî wan wek du rêxistinên terorîst radighînin û ew jî vê tawanê red dikin.

XS
SM
MD
LG