Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Bajarokê Elem Li nêzîkî Tikrît ji Çekdarê Daiş Rizgar Dikin


Du femandarên bilind yên hêza leşkeriya Iraqê dibêjin di îro Sêşemê de hêzên parastina Iraqî bajarokê Alam li nêzîkî Tikrît ji çekdarê Daiş rizgar kirin.

Şerê li ser Tikrîtê, şûnwarê serokê Îraqê yê rûxyayî Sedam Husên, mîna ezmûnekê ye ji hêza parastina Îraqê re ku bê alîkariya hêzên navnetewî li dijî Daiş şer bikin.

Serokê civata parêzgeha Selahiddîn rêzdar Ahmad el-Kerîm ji ejansa Associated Press re got çeperên li ser riyan û êrîșên sekvanan pêșketinên li ser erdê giran dikin.

Tê zanîn ku hêza leşkeriya Îraqê ji heftiya bûrî de, bi oparasyoneke mezin rabûye, da bajarê Tikrît rizgar bike ku ji meha Hizêranê de di bin destê çekdarên Daiș de ye.

XS
SM
MD
LG