Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Myanmar Polîs Xwepêşandaneka Xwendevanan Bi Darê Zorê Ji Hev Belav Dike


Îroj Sêşemê, Polîsên Myanamar bi darê zorê, xwepêşandaneka xwendevanan ji bo çaksazkirina perwerdeyê li welêt, ji hev bela kirin.

Wan bi dar û alavên lêdanê êrîşî xwepêşanderan kirin, û bi lêdan û zorê ew xistin otombêlên polîsan û ji cihên xwepêșandanan bidûr xistin.

Rêberê xwepêşanderan Thiha Win Tin, ji Dengê Amerîka re got polîsan bi kêmanî 32 kes girtin û hinekên din jî birînadar kirin.

Tê zanîn ku vê gurûpa xwendevanan,di meha bûrî de dest bi çalakiyan kir ji bajarê Mandalay, bi hêviya gihiştina bajarê Yangon yê bingehîn. Da ku fişarê bide ser hikûmeta leşkerî ji bo pêkanîna çaksaziyê di yaseyên perwerdekirinê de .

XS
SM
MD
LG