Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberek Ji Rojava Li Ser Rewşa Sûriyê Diaxive


Alan Îbrahîm

Neteweyên Yekbûyî kempeynek li ser medya civakî bi navê "#WhatDoesItTake" çêkirîye. Ev kempeyn peyamekê digihîne xelkê ku rewşa gelê Sûrî gelek xirab e.

Ji destpêka şer heta niha, bêhtirî 200 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin û 12.2 mîlyon kes pêwîstî bi alîkariyên mirovahiyê hene.

Alan Îbrahîm, gêncek e ku li bajarê Amûde ji dayik bû ye, ev saleke ji Sûriyê derketiye û li Tirkiyê rûniştiye. Alan dide zanîn ku ji 12 demjimeran, tenê demjimêrekê elektirîk heye.

Alan herwisa dibêje, xelk nema gelek guhdarî li axaftinên siyasetmedaran dikin ji ber ku nema baweriyê bi wan dikin.

Bo bêtir zanîn li ser rewşa penaberên Sûriyê, kerem kin vê hevpeyvînê guhdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

XS
SM
MD
LG