Gruba tundrê Dewleta Îslamî îro Pêncşemê ragihand ku wê êrîşa dohî ya li Tûnisê kiriye ku piranî turîst 23 kes tê de hatibûn kuştin.
Daxuyanîya DAIŞ pêsna êrîşê da û ew du êrîşvan wek “qehramanên Dewleta Îslamî” nav ki.
Mesaja DAIŞê gefan kir ku ew êrîş destêk e û hîn êrîşên nû di demên pêş de li Tûnisê pêk werin.
Karbidestên Tûnisî demeke zûtir ya îro Pêncşemê 9 kes, bi girêdayî qirkirina dohî ya li muzeyeke paytaxt, desteser kiribûn.