Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Xwekujî de Dehan Kes li Yemenê Hatin Kuştin


Karbidestên saxlemî li Yemenê dibêjin, bi dehan bawermend hatin kuştin, pirtir jî 100 kesên din jî birîndar bûn, dema 3 êrîşvanên xwekuj xwe li mizgefteke li paytaxt Sana kuştin.

Êrîş di dema nimêja Înê de de li mizgeftên Badr û al-Hashoosh qewimîn ku ji alîyê civaka Houthiyên Şîa ve dihatin karanîn.

Hate ragihandin ku êrîşvanekî sisêyan xwe bi nav girseyê de peqand ku ji êrîşên pêşîn direvîyan.

Serhildayên Houthi, ku dilsozên rêberê berê Ali Abdullah Saleh in, do Pêncşmê bi çekdarên ser bi Serok Abd-Rabbu Mansour Hadi re, li Adenê ketibûn nav pevçûnan.

4 çekdarên Saleh û 2 çervanên ser bi hikûmetê di wan pevçûnan de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG