Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Coteke Teqîn de bi Dehan Kes li Hesekê Hatin Kuştin


Dîmenek ji bajarê Hesekê. (Arşîv)
Dîmenek ji bajarê Hesekê. (Arşîv)

Di encama coteke teqîn de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi kêmî 49 kes hatin kuştin û bêtirî 177 kesên din birîndar bûne, li gorî ku ajansa AP ya nûçeyan ragihand.

Teqînên ku do Îniyê li bajarê bakur rojhilatê Sûriyê pêk hatin jimareke Kurd kirin armanc ku Cejna Newrozê pîroz dikirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeh wê li Brîtanya ye got ku yek ji êrîşan ji aliyê êrîşbirekî xwekuj ve hate pêkanîn. Êrîşbir jî endamekî rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst (Daîş) bû. Teqîna din jî li devereke nêzîk cihê teqîna yekem pêk hat.

Herwiha, televizyona dewleta Sûriyê derbarê teqînên Hesekê ragihand û got ku nexweşxaneyên bajêr bang li welatiyan dikin ku xwînê jibo birîndaran bînin.

Çalakvanên Kurd li ser erdê dibêjin, jimara qurbaniyan hîn zêdetir dibe.

XS
SM
MD
LG