Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Artêş û Talîban Şer Dikin


Artêşa Pakistanê dibêje, di encama şerekî giran de li nêzîk sînorê Afganistanê, bi kêmî 80 mîlîtanên Îslamî û 7 leşkerên Pakistanî hatin kuştin.

Pevçûn li Newala Tirah li herêma Xyêber ya bakur rojavayê Pakistanê qewimî.

Berdevkê artêşê General Asim Bajwa ragihand ku pêşketinek di operasyona dijî terorê de çê dibe. Wî got, armanca vê operasyonê ew e ku herêma nêzîk sînorê Afganistanê were paqijkirin.

Karbidest dibêjin, mîlîtan endamên rêxistina Talîban ya Pakistanê ne. Firokên şer yên Pakistanê di nav du salên bûrî de jimareke bingehên mîlîtanan kirine armanc.

Berdevkekî Talîban got ku jimara kuştiyên artêşê bilindtir e. Piştrastkirina agahiyên şer li vê herêmê bi awayekî serbixwe nayên kirin, jiber ku rojnamevan û rêxistinên alîkariyê nikarin derbasî wir bibin.

XS
SM
MD
LG