Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kesayetiyên Xwe ji Yemenê Vedikişîne


Amerîka hemû kesayetiyên xwe ji Yemenê vekişand, rojekê piştî ku du êrîşbirên xwekuj bi kêmî 137 kes li du mizgeftan li Senaya paytext kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de roja Şemiyê got ku guhertina demkî ya cihê kesayetiyên Amerîkî, encama têkçûna rewşa ewlekariyê li Yemenê bû.

Dora 100 hêzên taybet yên Amerîkî li bingeha El Ened ya başûrê Yemenê bicih bûbûn û ji wir Amerîka bi firokên bêmirov bingehên El Qayîde li nav Yemenê dikir armanc.

Wezareta Derve ya Amerîka got, tevî vê vekêşanê ewê Washington çavdêriya gefeyên terorîstî ji Yemenê berdewam bike.

Îro Yekşemê, serhildêrên Houthî yê Şîa firokxaneya bajarê Teîz yê başûrê Yemenê kontrol kirin. Karbidestên ewlekariya Yemenê dibêjin, serhildêr ji aliyê piştgirên Serokê berê Elî Ebdulla Salih ve dihatin piştgirtin.

Civata Ewlekariya NY îro Yekşemê civîneke awarte li ser Yemenê lidar dixîne.

XS
SM
MD
LG