Herçendî șerê ku roja îro li hin welatên rojhilata navîn dibe dest pê bû wek serhildana xelkên van welatan li dijî rêjîm û desthiladaran, lê gelek șîrovekar û çavdêr wî șerî vedigerîn bo nakokiyên berê heyî di navbera Sune û Șîia de li alîkî û di navbera berjewendiyên welatên rojhilat û rojava de li aliyê din.
Nivîskarê Kurd Pîr Rustem ku niha li welatê Swîsra dimîne, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:
“Di dîroka Îslamê de ev șer ne tiștekî nûye û ji berê de nakokî hebûn, roja îro ev șer ji nûve gur dibe û destên hin welatên herêmî û cîhanî tê de hene.”
Pîr Rustem her wiha bal kișand ser rewșa kurdan û got ev ne șerê Kurdan e, û pêwîste Kurd berê xwe bidin pirojeya Amerîka û hevalbenên wê bin di vê qonaxê de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke